Enqere-SANA
Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan, di axaftina xwe ya li pêşberî koma parlamenî ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, tekez kir ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser herêmê, bi taybetî li ser Sûrîye û Libnanê, gihîştine qonaxeke weha ku bûne gefeke rasterast li ser ewlehî û aramîya Tirkîyê.
Erdogan tekez kir ku welatê wî ferzkirina şert û mercên “defakto” li welatên cîran red dike, û da xuyakirin ku ewlehîya Sûrîye û Libnanê bi xurtî bi ewlehî û aramîya herêmê ve girêdayî ye.
Her wiha destnîşan kir ku tiştên li Xeze, Sûrîye û Libnanê rû didin, gefek e ku sînorên herêmê derbas dike û dibe gef li ser tevahîya mirovahîyê. Erdogan bang li civaka navdewletî kir ku berpirsîyarîyên xwe yên ji bo sekinandina van binpêkirinan hilgire, û hişyarî da ku bêdengîya navdewletî rê li ber zêdebûna alozîyan vedike.