Şam-SANA
Zanîngeha Şamê vekirina derîyê serlêdanê ji bo Bûrsa Hikûmeta Japonî (MEXT) ya sala 2027an, ku ji bo xwendekarên lêkolînên navneteweyî hatiye destnîşankirin, ragihand. Zanîngehê dîyar kir ku serlêdan di rêya lînka elektronîkî re heta 25ê Gulana îsal berdewam dike.
Ev gav piştî hevdîtina Serokê Zanîngeha Şamê, Dr. Mistefa Sayim El-Dehir, bi Kargerê Balyozxaneya Japonê re pêk hat, da ku mijarên hevkarîya akademîk û pevguhartina zanistî gotûbêj bikin.
Bûrsa Hikûmeta Japonî wekî yek ji bûrsên herî pilebilind li cîhanê ên bi fînansekirina tam tê dîtin; ji ber ku xercên xwendinê, bilêtên balafirê û mûçeyekî mehane dabîn dike. Her wiha ev bûrs astên cihêreng ên zanistî (Lîsans, Master û Doktorayê) li xwe digire, ku ev yek derfetên vekirîbûna têkilîyên lêkolînî û akademîk yên navneteweyî ji bo xwendekarên zanîngehê xurt dike.
