Şam-SANA
Serokê Desteya Plandanîn û Amaran Enes Selîm, ligel Balyozê Îtalyayê li Şamê Stefano Ravagnan, rêyên pêşxistina hevkarîya navbera her du welatan di hemû waran de, di civînekê de li avahîya Desteyê li Şamê gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya ku Desteyê îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, Selîm bal kişand ser guhertinên ku di warê aborî û veberhênanê de li Sûrîyê çêbûne û rola Desteyê di amadekirina planên stratejîk ligel alîyên hikûmî nîşan da.
Ji hêla xwe ve, Balyozê Îtalyayê tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo peywendî, pevguhertina agahîyan û naskirina stratejîyên ku dewleta Sûrîyê li ser wan kar dike kir, xasma di sektora çandinîyê de, her wiha naskirina sektorên girîng ji bo Sûrîyê da ku cihê xwe di bazarên cîhanî de bigire.
