Şam-SANA
Îro Duşemê, Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl a Sûrîyê û Veguhastina Esmanî ragihand ku hejmarek geştên esmanî yên rêkxistî û rasterast di navbera Sûrîye û Almanyayê de bi rêya du şirketên Almanî dest pê dikin.
Ev pêngav di çarçoveya xurtkirina girêdana esmanî ya di navbera her du welatan de û berfirehkirina tora geştan ji bo balafirgehên Sûrîyê û berevajî tê avêtin.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku şirketa LEAV Aviation dê ji 29ê vê Tîrmehê ve dest bi geştên rêkxistî rasterast di navbera Dusseldorf û Şamê de bike, her wiha di 1ê Tebaxa bê de jî dê geştên rasterast di navbera Koln û Helebê de bide destpêkirin.
Di heman çarçoveyê de, şirketa Sundairê jî dê di 1ê Tebaxa bê de dest bi geştên rêkxistî û rasterast di navbera Berlîn û Şamê de bike, lê geştên wê yên rasterast di navbera Berlîn û Helebê de dê ji 1ê Çirîya Pêşîn a bê ve dest pê bikin.