Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ duh Çarşemê nameyek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirt. Di nameyê de Trump tekez kir ku wî Kongre li ser biryara xwe ya destpêkirina rêkarên betalkirina rêzbendîya Sûrîyê wekî “dewleteke piştgira terorê”, agahdar kiriye.
Serok Trump di nameya xwe de eşkere kir ku li gorî yasayê, dê Kongre nirxandineke 45 rojî pêk bîne da ku biryar temam bibe û bibe ya dawî. Wî destnîşan kir ku ev pêngav di çarçoveya rakirina astengîyên ku li pêşîya jinûveavakirina Sûrîyê ne, tê avêtin.
Serok Trump tekez kir ku kompanyên Amerîkî amade ne veberhênanê li Sûrîyê bikin û beşdarî geşkirina Sûrîyê bibin da ku ji her demê bêtir geş bibe. Her wiha wî hêvî kir ku ev biryar bandoreke erênî li ser jîyana Miletê Sûrîyê bike û şirîkatîya di navbera her du welatan de kûrtir bibe.
