New York-SANA
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî di rûniştineke Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî derbarê rewşa Sûrîyê, pabendbûna hikûmeta Sûrîyê bi berdewamîya kar ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên windabûyî û yên bi darê zorê hatine wendakirin dûpat kir.
Îbrahîm Ulebî her wisa tekez kir ku ew di rêça dadmendîya veguhêz de bêyî sistî pêş ve diçin, û dîyar kir ku hejmara girtîyên rejîma hilweşîyayî gihîştiye nêzî şeş hezar kesan ku di nav wan de bi dehan efserên pilebilind hene. Her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên NY kir ku piştevanîya vê rêça niştimanî bikin.
Ulebî eşkere kir ku Sûrîye bûye hevkareke çalak di şerê li dijî terorê û tawanên sînorbir de, û tev li koma dostên têkoşîna li dijî tawanên bazirganîya mirovan bûye. Her wiha amadehîya xwe ji bo beşdarîya di hefteya têkoşîna li dijî terorê de bi şandeyeke astbilind anî ziman.
Nûnerê Sûrîyê yê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstîya xurtkirina hevkarîyên navdewletî ji bo piştgirîya şîyanên hikûmeta Sûrîyê di rûbirûbûna dosyayên DAIŞ, qaçaxçîtîya çek, madeyên hişbir û tawanên sînorbir de.
Ulebî destnîşan kir ku Sûrîye pabendbûna xwe bi hemwelatîbûna wekhev bi awayekî pratîk tekez dike, bi rêya temamkirina komkirina daxwazên hemwelatîkirina wan Kurdên Sûrîyê yên ku di mersûma hejmar 13 de cih digirin. Her wiha got ku ew li ser amadekirina mercên vegera penaber û koçberan dixebitin û daxwaz kir ku piştgirîya navdewletî ji bo pêşgavîyên Sûrîyê berdewam bike, xasma palpiştîya rakirina mîn û şûnmayên şer.
Her wiha navborî dîyar kir ku redkirina serokwezîrê Îsraîla dagirker ji bo vekişîna ji wan deverên ku piştî rizgarkirinê tê de pêş ve çûbû, piştrast dike ku Îsraîl astengkara bingehîn a aramîya li Sûrîyê ye.