Şam-SANA
Wezareta Karên Derve û Koçberan ragihand ku wan dosyeya welatîya Almanî Eva Maria Michelman ji dema ku nasname û regeznameya wê hatibûn eşkerekirin şopandiye. Di vê çarçoveyê de, hevrêzî ligel sazîyên neteweyî yên têkildar û Balyozxaneya Komara Federal a Almanyayê li Şamê hat kirin da ku dabînkirina daxwazên çavdêrîya konsolxaneyê li gorî rêbazên derbasdar û peymanên navneteweyî yên têkildar bên bicîhkirin.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan di Wezaretê de duh Înîyê ji SANAyê re got: Li gorî daneyên ku di destê Hikûmeta Sûrîyê de ne, ya navborî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê bû û li kêleka endamên rêxistina HSD di operasyonên leşkerî yên ku li parêzgeha Reqayê pêk hatin de beşdar bû. Piştî ku bi awayekî neqanûnî ketibû axa Sûrîyê û demeke dirêj li derveyî qada kontrola dewleta Sûrîyê mabû, ew bi yek ji endamên payebilind ên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hate girtin.
Wezareta Karên Derve û Koçberan dîyar kir ku tevî dozen li ser hene jî, lê ew balder bû ku hemû daxwazên ji alîyê Almanî ve hatine pêşkêşkirin hêsan bike, di nav de jî dabînkirina serdanên nûnerên balyozxaneya Almanyayê ji bo konsolxaneyê, pêkanîna pişkinîna bijîşkî ya pêwîst û rêdana ji bo nûnerên balyozxaneyê ku bi rewşa wê agahdar bin. Ev yek jî weke pabendîyekê bi Peymana Vîyanayê ya Têkilîyên Konsolîyê ya sala 1963 hate kirin.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan piştrast kir ku rayedarên peywendîdar ên Sûrîyê, ji ber baldarîya li ser têkilîyên dualî di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Komara Almanyayê a Federal de, daxwaza vegerandina wê ji alîyê hikûmeta welatê wê ve pejirandin.