Bruksel – SANA
Yekemîn dîyaloga sîyasî ya pilebilind di navbera Sûrîye û Yekîtîya Ewropayê de li Bruksela paytexta Belçîkayê dest pê kir. Ev dîyalog bi serokatîya hevbeş a Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Nûnera Bilind a Yekîtîya Ewropayê ya Karûbarên Derve û Sîyaseta Ewlehîyê Kaja Kallas bi rê ve diçe. Armanca vê dîyalogê gotûbêjkirina piştgirîya Yekîtîya Ewropayê ji bo hewldanên desthilatdarên Sûrîyê di warê pêkanîna aramîyê û başbûna civakî û aborî de ye.
