Cinêv-SANA
Şandeke Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya Sûrîyê, bi serokatîya Alîkara Wezîr Reşa Kerkûkî, beşdarî civînên xola 68an ên Komeleyên Welatên Endam di Sazîya Cîhanî ya Parastina Xwedîtîya Ramangîrî “WIPO” de, yên li Cinêvê hatin lidarxistin bû.
Şandeya Sûrîyê, nerîna welatê xwe ya aborî ya nû, ku sermayeya ramangîrî wek beşekî sereke ji bo geşepêdanê dibîne, pêşkêş kir. Şandê tekez kir ku xwedîtîya ramangîrî binemayeke bingehîn e ji bo piştgirîya afirandinê û aborîya niştimanî.
Her wiha şandeyê rêkarên hatine cîbecîkirin dîyar kirin; wekî zêdebûna daxwazên parastina xwedîtîya bazirganî û pîşesazîyê, pêşxistina Nivîsgeha Niştimanî ya Xwedîtîta Ramangîrî bi awayekî elektronîk, û nûjenkirina qanûnan da ku li gorî pêşhatên navdewletî bin, mîna nîşaneyên cografî û nimûneyên pîşesazîyê.
Şandê di dawîyê de, tekezî li ser xurtkirina hevkarîya teknîkî û pevguhertina ezmûnên navdewletî kir, ji bo parastina afirîneran û avakirina aborîyeke zanînê ya domdar, bi awayekî ku rikberîya berhemên niştimanî li ser asta cîhanî xurt bike.
