New York – SANA
Şandeya Wezareta Derve û Koçberan bi serokatîya Rêvebirê Hevkarîya Navneteweyî Quteybe Qadîş, îro Çarşemê, beşdarî çalakîyên Korbenda Polîtîka Astbilind a li ser Geşepêdana Domdar (HLPF) li navenda Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû.
Şandeyê tekezî li ser pabendbûna Sûrîyê bi rêça başbûn, jinûveavakirin, û pêkanîna armancên geşepêdana domdar ên sala 2030 kir.
Li kêleka karên korbendê, şandeya Daîmî ya Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, bi beşdarîya nûnerên welatan, rêxistinên navneteweyî û pisporan, çalakîyek bi navê “Başbûna Sûrîyê.. Rola Cîhanê di Avakirina Aramîyê û Vedîtina Derfetan de” li dar xist. Armanca vê çalakîyê ew bû ku xurtkirina hevkarîyên navneteweyî, piştgirîya projeyên başbûna aborî û civakî û jinûveavakirinê, lêkolîn bike.




