Enqere – SANA
Serokê Erkana Giştî yê Artêşa Erebî ya Sûrîyê Lîwa Elî El-Ne’san îro Çarşemê gihîşt Komara Tirkîyê, li wir bi hevtayê xwe yê Tirk Generalê Artêşê Selçuk Bayraktaroglu re civîya da ku hevkarîya leşkerî ya hevbeş di navbera her du alîyan de gotûbêj bikin.
Ev serdan ji bo amadebûn û şopandina çalakîyên manovrayên EFES 2026an e, ku tê de komên Artêşa Erebî ya Sûrîyê beşdar dibin, bi armanca agahdarbûna li ser şêwazên rahênanê yên pêşketî, rêxistina leşkerî û pevguhertina serpêhatîyan ligel dewletên ku di van rahênanan de beşdar in.

Manovrayên EFES 2026 çalakîyeke leşkerî ya bejahî, deryayî û esmanî ne ku armanca wê xurtkirina hevahengîyê, pêşxistina şîyanan û agahdarbûna li ser çekên nûjen e, ev yek di çarçoveya hewldana Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê de ye ji bo pêşxistina tecrubeyên xwe yên leşkerî.

