Ebû Zebî-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li Ebû Zebî bi Serokê Dewleta Îmaratê ya Erebî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan re civîya. El-Şeybanî silavên Serok Ehmed El-Şeri’ gihandin Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Al Nehyan.
Rewşa navçeyê û paşeroja têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de, di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtineke din de, El-Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdillah bin Zayid Al Nehyan re rêyên pêşxistina peywendîyên dualî di navbera her du welatên bira de gotûbêj kirin. Her wiha behsa temamkirina hewldanên dîplomatîk ên hevbeş, şopandina encamên Foruma Aborî û xurtkirina hevkarîya dualî di warên curbicur de hat kirin.


