Şam-SANA
Balyozê Kanadayê li Sûrîyê Gregory Galligan pêşwazî li lihevkirina ku îro înê di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de pêk hat, kir. Destnîşan jî kir ku ev pêngaveke girîng e ber bi kêmkirina rageşîyê û jinûve yekbûna niştimanî ve ku pabendbûnên girêdayî mafên sivîl û perwerdehîyê yên Kurdan û vegera koçberan jî di nav de ne.
Balyozê Kanadayî di daxuyanîyekê de li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser wê yekê ku peyman agirbesteke demildest, vekişîna ji xetên rûbirûbûnê û yekkirina gav bi gav a endamên HSDê di nav sazîyên dewletê de li xwe digire.
Galligan di dawî de got: “Wekî her peymaneke bi vî rengî, serkeftina wê bi cîbicîkirineke dadperwer û pêbawer ve girêdayî ye ku aramîyê ji bo hemû Sûrîyan dabîn bike.”