Havana- SANA
Komara Kubayê îro Înê, bi helkefta 80yemîn salvegera Cejna Celayê (derketina Fransa ji Sûrîyê), pîrozbahî li Komara Erebî ya Sûrîyê kir.
Wezareta Karên Derve ya Kubayê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê, peyamek weşand û tê de wiha got: “Kuba pîrozbahîyên xwe yên herî germ bi helkefta 80yemîn salvegera Celaya Komara Erebî ya Sûrîyê pêşkêş dike, û hêvîdar e ku ev helkeft bibe derfetek ji bo bihêzkirina peywendîyên dostanîyê yên di navbera her du welatan de.”