Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê, îro Çarşemê bi hevahengîya ligel Wezareta Derve û Koçberan, Rêveberîya Tenduristîya Derûnî li Şamê piştî nûjenkirina wê da vekirin. Ev yek di çarçoveya “Projeya Fêrbûna Pêşketî ya Bikalîte” de tê ku ji alîyê Komeleya Pizîşkî ya Sûrî-Amerîkî (SAMS) ve bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê tê cîbicîkirin.
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî dîyar kir ku damezirandina Rêveberîya Tenduristîya Derûnî wekî bersivdayînekê li hember wan astengîyên derûnî yên kûr hat ku ji ber tawanên rejîma revîyayî peyda bûne. Wî amaje pê kir ku alûdebûn yek ji astengîyên herî berbiçav e, û damezirandina Encumena Niştimanî ya Tenduristî û Alûdebûnê peyameke zelal e li ser asta wê guhertina ku dewlet dibîne.
Wezîr got: “Em bi hevparîya xwe ya ligel Yekîtîya Ewropayê serbilind in û em her gav hewl didin wê xurt bikin. Her wiha em piştgirîya wê ji bo arasteyên wezaretê, projeyên tenduristîyê û lênêrîna tenduristîyê ya bingehîn li herêmên cuda cuda ên Sûrîyê bilind dinirxînin.”
Ji hêla xwe ve, Rêvebera Rêveberîya Rojhilata Navîn di Rêveberîya Giştî ya Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Kendavê de li Yekîtîya Ewropayê, Henrike Trautmann dîyar kir ku tenduristîya gîyanî û derûnî pêşgavîyek e, û piştrast kir ku Yekîtî bi Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê re xebata xwe didomîne da ku qadên piştgirîyê dîyar bike, ku ev yek veguhastina ezmûn û zanînê, pêşxistina şîyanan û piştgirîkirina sazî û binesazîyê li xwe digire.
Rêveberê Welatî yê SAMSê Bera’ El-Simûdî eşkere kir ku Projeya Fêrbûna Pêşketî ya Bikalîte, bi awayekî rasterast beşdarî piştgirîkirina Wezareta Tenduristîyê dibe bi rêya pêşxistina binesazîyê û bihêzkirina şîyanên kadroyên wê.
Li gorî El-Simûdî, di çarçoveya projeyê de zêdetirî 100 perestarên jin û mêr di warê tenduristîya derûnî de hatine perwerdekirin. Wî piştrast kir ku komele bi hevkarîya ligel Yekîtîya Ewropayê û Wezareta Tenduristîyê ji bo pêşxistina bernameyên akademîk û perwerdeyê li zanîngehên Şam, Heleb û Firatê dixebite.








