Şam-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî ligel hevtayê xwe yê Tirk Kemal Memîşoglu memorandûmeke lihevkirinê îmze kir, bi armanca xurtkirina hevkarîya dualî di sektora tenduristîyê de, pêşxistina qadên hevahengîyê, pevguhertina ezmûnan û avakirina şîyanên tenduristîyê yên di navbera her du welatan de.
Memorandûma ku îro Înê li avahîya Wezareta Tenduristîyê ya li Şamê hat îmzekirin, hevkarîya di warên tenduristîya giştî, birêvebirina nexweşxaneyan, derman, amûrên bijîşkî û vaksînan, qanûnên tenduristîyê, zanista genetîkê, taqîgehên bijîşkî û pêşxistina karûbarên karmendîtîyê yên tenduristîyê de li xwe digire.
Her du alîyan li ser avakirina komeke şêwirmendîyê, organîzekirina çalakîyên zanistî û xurtkirina xebatên mirovî li hev kirin, her wiha vekirina nexweşxaneyeke şêrpenceyê li parêzgeha Helebê di nava vê salê de, yekser piştî temamkirina dabînkirina amûr û alavên bijîşkî yên pêwîst.




