Şam-SANA
Hejmara qurbanîyên teqîna bombeya ku îro Pêncşemê li hundirê qehwexaneyekê li devera Hîcazê ya Şamê rû da, gihîşt 6 kuştî û 22 birîndaran.
Jêdereke ewlehîyê ji bo SANAyê dîyar kir ku yekîneyên Wezareta Navxwe piştî teqînê dest bi rêkarên xwe yên meydanî kirin, û zelal kir ku dewrîyên Ewlehîya Hundirîn û tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê, ji bo derxistina birîndaran û pêşkêşkirina alîkarîyên pêwîst, her wiha dest bi danîna kembereke ewlehîyê kirin da ku silametîya welatîyan biparêzin û derdora cihê bûyerê bi temamî ewle bikin.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Hawarçûn û Rewşên Awarte li Wezareta Tenduristîyê Dr. Ehmed El-Bekûr ji SANAyê re got: Hejmara qurbanîyên teqînê gihîşt 6 kuştî û 22 birîndaran, ku ew bo nexweşxaneyên Şamê, Heyva Sor, Ibn Nefîs, Reşîd û Muwesat hatin veguhastin ji bo wergirtina rêkar û alîkarîyên pêwîst, û destnîşan kir ku rewşa birîndaran di navbera sivik, navîn û giran de ye.