Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Sûrîye û YE Dîyalogeke Sîyasî ya Astbilind li Brukselê Didin Destpêkirin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > Sûrîye û YE Dîyalogeke Sîyasî ya Astbilind li Brukselê Didin Destpêkirin

Sûrîye û YE Dîyalogeke Sîyasî ya Astbilind li Brukselê Didin Destpêkirin

Hat weşandin: 2026/05/11 7:35 PM
Hat nûkirin: 2026/05/11 7:41 PM

Bruksel-SANA

Îro Duşemê li Bruksela paytexta Belçîkayê, yekemîn rûniştinên dîyaloga sîyasî ya astbilind di navbera Komara Sûrîyê û Yekîtiya Ewropayê (YE) de, bi beşdarîya Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî û Komîsera Ewropayê ji bo Karûbarên Deryaya Spî Dubravka Şuica hatin lidarxistin.

Roj bi rûniştina vekirinê ya Foruma Hevahengîya Şirîkatîyê bi Sûrîyê re dest pê kir, ku tê de Wezîr El-Şeybanî di gotara xwe de giranî da ser pêşgavîyên başbûna niştimanî bi serkêşîya Sûrîyê, giringîya jinûveavakirinê bi rêya sazîyên dewletê û hevkarîyên domdar, her wiha pêdivîya derbasbûna ber bi peywendîyeke bi Ewropayê re ku li ser bingeha hevkarîya rastîn, berjewendîya dualî û aramîya demdirêj ava bibe.

Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî:

  • Ez îro li Brukselê li ser navê Sûrîya ku ji 14 salên şer, îzolasyon û êşên mezin derketiye bi we re diaxivim. Sûrîye îro ji cîhanê naxwaze ku li ser navê wê paşeroja wê bi rê ve bibe. Em îro li vir in da ku hevkarîyên rastîn ên li ser bingeha berjewendîya hevbeş, berpirsyarî û aramîya demdirêj ava bikin.
  • Sûrîya ku em îro qala wê dikin, ji ya berîya salek û nîvê bi temamî cuda ye; em li ser bihêzkirina aborîya Sûrîyê, handana veberhênanê, dabînkirina cihên rûniştinê yên guncav û xurtkirina sazîyên xwe yên niştimanî kar dikin.
  • Gelê me bi rastî barê mayîna li ser pêyan hilda ser milên xwe, û îro bala me li ser başbûn, jinûveavakirin û vegerandina bawerîya bi sazîyên dewletê ye. We ji bo vê forumê sernavekî guncav hilbijartiye: “Ji Dîtinê ber bi Kiryarê ve” da ku em di başbûna Sûrîyê de bi pêş ve herin.
  • Em li ser baştirkirina sazîyên giştî dixebitin da ku zelalî û berpirsyarî misoger bibe. Sûrîye îro li ser bingeha berjewendîya dualî derîyên bazarên kar ên hêvîdar li ber sazîyên we vedike, da ku hevkarîya di navbera Sûrîye û Ewropayê de ji nû ve were sazkirin; ev hevkarî ji xwe heye, lê ya ku tê xwestin vîn û îradeyeke sîyasî ya jidil e.
  • Sûrîyeke ewle beşdarî aramîya herêma Deryaya Spî û Ewropayê dibe. Sûrîye nikare aram bibe bêyî pêkanîna başbûnê, jinûveavakirina sazîyan û dabînkirina xizmetguzarîyan da ku Sûrî bi rûmet vegerin gundên xwe.
  • Me ji bo jinûveyekkirina sazîyan, vegerandina desthilata dewletê û danîna bingehên welatîbûna wekhev di çarçoveyeke niştimanî ya yekbûyî de kar kir.
  • Amadebûna me ya îro dê bibe destpêka danûstandinên li ser wan çarçoveyên ku dê têkilîyên me bi Yekîtîya Ewropayê re birêve bibin, li ser bingeha hevkarî û berjewendiyên hevpar.
  • Veguherîna ku li Sûrîya nû pêk hatiye, encama pêvajoyeke niştimanî ya serwerxwaz û dezgehvanî ya demdirêj e; ev veguhastina ku niha didome bi serkêşî û xwedîtîya Sûrîyan bi xwe ye.
  • Me li ser yekkirina sazîyan, vegerandina desthilata dewletê û danîna bingehên welatîbûna yeksan di çarçoveyeke niştimanî de kar kir, ku Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê diparêze.
  • Em îro dîtineke hikûmî ji bo rêça başbûnê pêşkêş dikin, bi rêya derbasbûna ji zirarê ber bi xebitandinê ve, û ji xebitandinê ber bi xizmetguzarîyê ve, û ji wir jî ber bi bawerîyê ve.
  • Amar qebareya kêşe û zîyanên komkirî yên ku aborîya Sûrîyê di serdema rejîma hilweşîyayî de rûbirûyî wan bûye, ronî dikin.
  • Dîtina me ya niştimanî li ser çar xalan ava dibe: Jinûveavakirina binesazîyê, pêşkêşkirina xizmetguzarîyên bingehîn, pêkanîna başbûna aborî, û pêşxistina sîstemên navendî û rêveberîya giştî.
  • Belavbûna bermahîyên şer û mayînên ku rejîma hilweşîyayî li pey xwe hiştine, astengîyê li pêşîya cîbicîkirina pêşîneya geşepêdan û başbûnê çêdike.

Komîsera Ewropayê ya Karûbarên Deryaya Spî Dubravka Şuica:

  • Em li ser bicihanîna pakêteke darayî ku bi 175 mîlyon euro tê nirxandin dixebitin, ligel pêşkêşkirina pakêteke darayî ya duyem bi qasî 180 mîlyon euro di vê salê de; ev wekî beşek ji piştgirîya hikûmeta Sûrîyê di jinûveavakirina û pêkanîna başbûnê de tê kirin.
  • Ev fînansekirin dê alîkarîya vekirina veberhênanan di sektorên giştî û taybet de bike û dê bankên Ewropî han bide. Ev yek ji bo Sûrîya ku li benda jinûveavakirina û dabînkirina xizmetguzarîyan e giring e, da ku vegera wan penaberên ku xwedî şîyan û afirînerî ne hêsan bibe, ji bo ku ew jî beşdarî avakirina welatê xwe Sûrîyê bibin.
  • Em ji bo hêsankirina vegera penaberên Sûrî bi awayekî xwebexşî û ewle dixebitin, û em dê di dawîya îsal (2026) de konferanseke veberhênanê ji bo piştgirîya Sûrîye û vegera penaberan saz bikin.
  • Ev hevdîtin derfeteke dîrokî ye û em pabend in piştgirîya Sûrîyê bikin ji bo jinûveavakirina wê û bicihanîna başbûnê.
El-Şeybanî li Laziqîye û Tertûsê Sazîyên ku di Bîrnameya Lihevkirinê ya Sûrî-Rûsî de Hatine Dişopîne
Encumena Mafên Mirovan Du Biryaran Derbarê Colana Sûrî ya Dagirkirî de Dipejirîne
Sûrîye Kêşeya Mîrata Atomî ya Rejîma Têkçûyê ligel Civaka Navdewletî Gotûbêj Dike
Bajarê Pîşesazîyê yê Edrayê li gundewarê Şamê 88 beş ji bo veberhênanê ji destpêka salê ve pêşkêş kirin
Bi Beşdarîya Sûrîyê Çalakîyên Civîna 49an a Komîteya Daîmî ya Erebî ya Posteyê Dest Pê Kirin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Es`ed Hesen El-ŞeybanîSûrîyeYE
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Rêveberîya Hec û Umreyê Dem û Şertên Serlêdana Postên Rêveberîyê yên Heca 1448an Destnîşan Dike

September 15, 2026

 ‏​Kargeha Asfaltê ya Laziqîyê Berhemanîna xwe bo Bêhtirî 6 Hezar Tonî Bilind Dike

September 15, 2026

Projeya Rêya El-Tenef–El-Besîrî û Girêdana El-Sebi’ Bîyarê bi Şirketeke Qeterî hat Spartin

September 15, 2026

Pêşangeha Pirtûkan a Idlibê Hebûna Pirtûkên Zarokan Xurt Dike

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?