Qahîre-SANA
Bi beşdarîya Sûrîyê bi şandeyeke bi serokatîya Rêveberê Sazîya Sûrîyê ya Posteyê Îmadedîn Hemed, Îro Pêncşemê çalakîyên civîna 49an a Komîteya Daîmî ya Erebî ya Posteyê li baregeha Sekreterîya Giştî ya Komkara Dewletên Erebî li Qahîreyê dest pê kirin.
Sazîyê di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopîyek jê wergirt, da zanîn ku ev beşdarî di çarçoveya dîtina Sazîyê de ji bo pêşxistina kalîteya xizmetên posteyî û darayî yên ku pêşkêşî welatîyan tên kirin tê, her wiha ji bo bilindkirina şîyanên xebatê û teknîkî, bi awayekî ku lihevhatina bi nûtirîn pîvanên Erebî û navdewletî di karê posteyê de misoger bike.