Laziqîye û Tertûs – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û şanda pê re, gereke meydamî li Balafirgeha Laziqîyê û Bendera Tertûsê pêk anî. Di wê gerê de sazîyên ku di bîrnameya lihevkirinê ya di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Komara Rûsyayê ya Federal de hatine, şopandin.
Bîrnameya lihevkirinê destpêkirina proseya birêxistinkirina hebûna Rûsî careke din li Sahilê Sûrîyê li xwe digre, bi mercê ku dewleta Sûrîyê rêveberîya sazîyên sivîl bike, di serî de Balafirgeha Hmêmîm û Stasyona Bazirganî ya Çarem li Bendera Tertûsê, da ku gav bi gav têkevin nav sîstema rêveberîya sivîl de.







