Vîyena-SANA
Wezareta Derve û Koçbera ya Komara Erebî ya Sûrîyê û Desteya Enejîya Atomî ya Sûrîyê, îro Pêncşemê, şîroveyeke fermî li pêşîya nûner û balyozên dewletên endam di Ajansa Navdewletî ya Enejîya Atomî de pêşkêş kir; tê de hewldanên neteweyî yên Sûrîyê ji bo çareserkirina mîrata çalakîyên nuklerî yên ranegihandî ku bi rêjîma berê ve girêdayî ne dîyar kirin.
Sûrîyê di şîroveyê de tekezî li ser pabendbûna xwe ya tam bi hevkarî, zelalî û berpirsyarîyê kir, her wiha bi dilxwazî ragihand ku materyalên nuklerî yên ku berê nehatibûn eşkerekirin li Sûrîyê hene, û ew dixwazin wan têxin di bin garantîyên navdewletî de, û hêsankarîyên pêwîst ji vê yekê re dabîn bikin.
Her wiha Sûrîyê biryara xwe ya serwerî ya vekirina baregeha Dêrezorê li ber Ajansê piştî zêdetirî 18 salan, û agahdarkirina wê bi cihekî ku berê nehatiye ragihandin yê materyalên nuklerî lê hene diyar kir, û tekez kir ku berdewamîya hevkarîya berfireh û pabendbûna bi zelalîyê, nîşana xurtkirina bawerîyê di nav civaka navdewletî de ye.
Sûrîyê daxwaz kir ku benda pabendnebûnê ji ser wê were rakirin, û ev dosya di civînên niha yên Encumena Ajanasa Navdewletî ya Eenerjîya Atomî de were girtin, ligel tekezkirina li ser mafê xwe di pêşxistina bernameyeke nuklerî ya aştîyane de ku xizmeta geşepêdana neteweyî bike.