Gundewarê Şamê – SANA
Bajarê Pîşesazîyê yê Edrayê di çarêka yekem a salê de geşepêdaneke veberhênanê dît; tê de li ser 71 beşan ji eslê 88 beşan di sektorên cihêreng de hevpeyman hatin îmzekirin, ligel dayîna 124 moletên avakirinê û 7 moletên kargerî.
Rêveberîya bajarî binesazîya di sektora heftemîn de (elektrîk, rê, avrû û xweparastina ji baranê) pêş xist, û bi hevkarîya pîşesazkaran kampanya “Gundewarê me Kesk e” ji bo çandina 1500 darên zeytûnê da destpêkirin.
Bajarê Pîşesazîyê yê “Edrayê” di nûjenkirina binesazîyê û bilindbûna lêçûnan de, rûbirûyî arîşeyan dibe, lê ew bi rûbera xwe ya fireh wekî yek ji mezintirîn kelatên pîşesazîyê li Sûrîyê dimîne, û hewl dide astengîyan derbas bike da ku hilberîna niştimanî zêde bike.