Enqere-SANA
Şandeke Sûrîyê bi serokatîya Parêzgarê Laziqîyê Mihemed Osman, beşdarî xebatên civîna herêmî bû ku li parêzgeha Nigdeyê ya Tirkîyê bi sernavê “Nûbûna Bajarî: Bi rêya çareserîyên herêmî, avakirina paşerojeke hevbeş” tê lidarxistin. Nûnerên şaredarî û rêveberîyên xwecihî yên hejmarek welatên herêmê tê de beşdar in.
Di nav şandeya Sûrîyê de nûnerên rêveberîyên xwecihî yên parêzgehên Şam, Laziqîye, Idlib û Helebê hene. Civîn wekî platformeke herêmî ye ji bo pevguhertina ezmûnan di navbera şaredar û pisporan de, her wiha ji bo gotûbêjkirina astengîyên hevbeş di warên karên şaredarî û xizmetguzarîyê de û rêyên pêşxistina wan.
Tê nêkirin …



