Şam-SANA
Bi serpereştîya Desteya Veberhênanê ya Sûrî, duh Yekşemê li Otêla “Ebla Sham” li Gundewarê Şamê, çalakîya ragihandina destpêkirina hevkarîyeke Sûrî-Qeterî hat lidarxistin.
Çalakî bi amadebûneke fermî û beşdarbûna hejmarek karsaz û veberhênerên ji Sûrîye û Qeterê bi rê ve çû.
Di dema çalakîyê de, bi mebesta xurtkirina derfetên hevkarî û veberhênanê û geşkirina têkilîyên aborî, projeyên siberojê yên di navbera Sûrîye û Qeterê de hatin nasandin.
Rêveberê Giştî yê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Ehmed Rewad Remezan di axaftinekê de destnîşan kir ku destpêkirina vê hevkarîyê lêzêdekirineke nû ye bo têkilîyên Sûrî-Qeterî da ku hevkarîyeke rastîn û domdar pêk were.

Remezan tekez kir ku Sûrîye dikeve qonaxeke berfireh a kar û avakirinê, ku ev yek di sektorên curbicur de derfetên mezin ên veberhênanê peyda dike.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Koma “Tamîm Holding”ê Şêx Nayif bin Îd Al Sanî dîyar kir ku destpêkirina vê hevkarîyê nîşana bawerîya bi paşeroja veberhênanê li Sûrîyê ye û wê vediguhere pêvajoyeke demdirêj.

Al Sanî li dawîyê bal kişand ser wê yekê ku Sûrîye di warên malûmilk, pîşesazî, çandinî, enerjî û teknolojîyê de xwedî derfet û bingehên veberhênanê yên hêvîdar e.












