Kopenhagen-SANA
Danîmarkayê pêşwazî li biryara Encumena Parêzgarên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî ya derbarê rakirina xala “pabendnebûnê” ya girêdayî Sûrîyê ji karnameya wê kir. Her wisa piştrast kir ku ev biryar di çarçoveya xurtkirina pergala cîhanî ya rêgirtina li belavbûna çekên atomî de gaveke girîng e.
Balyozê Danîmarkayê yê rêxistinên navdewletî yên li Vîyenayê, Christian Gronbech-Jensen, di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: Biryara Encumena Parêzgarên ajansê “qonaxeke girîng” e, û destnîşan kir ku ev biryar hevkarîya Sûrîyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî û rêveberê wê yê giştî re dipejirîne.
Gronbech-Jensen her wiha got ku: Welatên koma Bakur û Baltîkê, ku Danîmarka, Estonya, Fînlanda, Îslenda, Letonya, Lîtvanya, Norwêç û Swêdê li xwe digire, pêşwazîyê li vê destkeftê dikin, û li bendê ne ku pevguhertina zanyarîyan ligel Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî berdewam bike; her wiha ev gav wekî pêşketineke girîng ber bi bihêzkirina pergala cîhanî ya rêgirtina li belavbûna çekên atomî dît.