Doha-SANA
Dewleta Qeterê pêşwazî li lihevkirina di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de kir û hêvîya xwe anî ziman ku ev lihevkirin di çespandina aştîyê û xurtkirina ewlehî û aramîya li Sûrîyê de bibe alîkar.
Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma (X)ê îro Şemîyê weşand, got: “Em tekezîyê li ser wê yekê dikin ku pêdivîya aramî û geşedana Sûrîyê bi yekdestîya dewletê li ser çekan di artêşeke yekgirtî de heye ku nûnertîya hemû pêkhateyên Sûrîyê bike, bi awayekî ku parastina serwerîya welat, serxwebûn û yekparçeyîya axa wê dabîn bike.”
Wezaretê piştgirîya tam a dewleta Qeterê ji bo serwerî û yekbûna Sûrîyê û daxwazên gelê wê yên ji bo aramî, geşepêdan û bextewarîyê dûpat kir û pesnê hewldanên bibandor ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da ku beşdarî di gihîştina vê lihevkirinê de kirin.