Emman – SANA
Şahê Urdunê Ebdulahê Duyem, bi boneya 80emîn salvegera Cejna Celayê, pîrozbahî li Serok Ehmed El-Şeri’ kir.
Ajansa Nûçeyan a Urdunê “Petra” dîyar kir ku Şah peyameke pîrozbahîyê ji Serokê Sûrîyê re şand, tê de hestên xwe yên biratî yên herî jidil, daxwazên saxlemîyê ji bo wî, û ji bo gelê Sûrî yê bira jî hêvîyên serkeftin û geşedaneke zêdetir anîn zimên.
Sûrî her sal di 17ê Nîsanê de salvegera derketina dawîn serbazê Fransî ji welatê xwe pîroz dikin, piştî serdema mêtngerîyê ya ku ji sala 1920an heta 1946an berdewam kiribû.