Şam-SANA
Rêveberê Karûbarên Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Xebatê ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) li Sûrîyê, Amanya Michael Eby, tekez kir ku hevkarî û piştgirîya ji alîyê hikûmet û gelê Sûrîyê ve, ligel bexşîner, Neteweyên Yekbûyî û şirîkên din, tevî arîşeyên aborî û mirovî, beşdarî di berdewamîya xizmetguzarîyên ku ji bo penaberên Filistînî tên pêşkêşkirin de kirin.
Eby di hevpeyvîneke taybet de ligel SANAyê bi helkefta bidawîbûna erkê xwe li Sûrîyê dîyar kir ku piştgirî û hêsankarîyên hikûmetê ji dema ku hikûmeta nû dest bi erkên xwe kiriye, ji bo operasyonên ajansê û ji bo penaberên Filistînî yên ku dozên wan xwedî ewlewîyet in, pir erênî û alîkar bûn.
