Bruksel-SANA
Encumena Yekîtîya Ewropayê îro Duşemê ragihand ku peymana hevkarîyê ya di navbera Yekîtîya Ewropa û Sûrîyê de bi temamî vedigere warê cîbicîkirinê. Ev yek piştî pejirandina biryarekê hat ku tê de dawî li rawestandina beşî ya peymanê hat anîn, ku ji sala 2011an ve dihat sepandin.
Encumenê di daxuyanîyekê de eşkere kir ku biryara nû, biryara encumenê ya hejmar 2011/523/EU betal dike ku rawestandina beşî ya hin bendên peymanê li xwe digirt. Ev biryar rê li ber destpêkirina xebatên tam ên peymanê vedike di çarçoveya peywendîyên aborî û bazirganî yên di navbera her du alîyan de.
Her weha Encumenê tekez kir ku biryara vegerandina peymanê piştî ji holê rabûna wan mercên ku rawestandina peymanê rewa dikirin pêk hat; ev yek jî piştî rizgarkirina Sûrîyê di 8ê Kanûna Yekem a 2024an de, û piştî biryarên Ewropî yên paşê ji bo rakirina cezayên aborî li ser Sûrîyê di Gulana 2025an de hat.