Berlîn-SANA
Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ îro Duşemê, li Koşka Bellevue li Berlîna paytexta Almanyayê, bi Serokê Komara Federal a Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re civîya, bi amadebûna hejmarek berpirsên her du welatan.
Her du alîyan peywendîyên dualî yên di navbera Sûrîye û Almanyayê de û rêyên xurtkirin û pêşxistina wan di warên cuda cuda de gotûbêj kirin, her wiha tekezî li ser xwesteka xwe ya ji bo dorfirehkirina asoyên hevkarîyê bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş ên her du gelên dost bike, kirin.
Şandeya Sûrîyê ku beşdarî civînê bû, Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şear û Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr li xwe girtibû.




