Beyrût-SANA
Şandeke Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl a Sûrîyê, bi serokatîya Umer El-Huserî, dest bi serdaneke fermî ji bo Libnanê kir, da ku rêyên xurtkirina hevkarî û hevrêzîya hevbeş di sektora veguhestina ezmanî de gotûbêj bike. Şande ji alîyê Kargerê Balyozxaneya Sûrîyê li Libnanê, Îyad Heza’ ve hat pêşwazîkirin.
El-Huserî tekez kir ku ev serdan li ser vexwendina alîyê Libnanî û ji nêrîneke stratejîk a ji bo hevtemamkirin û pevguhertina serborîyan pêk hatiye. Her wiha armanc jê pêşxistina pergala veguhestina ezmanî û bihêzkirina pêwendîya ezmanî ye, ji bo piştgirîya tevgera geştyaran û danûstandina aborî were kirin.
Her weha dîyar kir ku dê di danûstandinan de li ser dosyayên teknîkî yên girêdayî veguhestina ezmanî û birêvebirina ezmanê deverê were sekinandin, da ku tedbîrên şaerzayî û selametîyê yên herî bilind werin misogergerkirin.
