Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar (149) a sala 2026an derxist, ku li gorî wê Dr. Îsam Xalid El-Xilêf wek serokê Dadgeha Destûrî ya Bilind tê destnîşankirin.
Her wiha di mersûmê de hat dîyarkirin ku navên van rêzdarên li jêr wekî endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind tên destnîşankirin:
Dadwerê Şêwirmend Xeyrullah Nedîm Xenûm, Dadwerê Şêwirmend Mihemed Mistefa Sibê’, Dadwerê Şêwirmend Îman Entwan Nûrî, Dr. Îsmaîl Hemadî El-Xelfan, Dr. Rey’an Hesen Kihêlan û Parêzer Mamoste Arif Ehmed El-Şe’al.
Her wiha mersûm dîyar dike ku Dadgeha Destûrî ya Bilind erkên bingehîn li xwe digire heta ku qanûna birêxistina mekanîzmaya kar û taybetmendîyên wê derkeve. Ev erk jî çavdêrîkirina destûrîbûna qanûn û rêziknameyan, û dana nêrînê li ser destûrîbûna projeqanûnan li ser daxwaza Serokê Komarê, li xwe digire.
Li gorî mersûmê, yek ji erkên dadgehê dana nêrînê li ser destûrîbûna pêşnîyarên qanûnan li ser daxwaza Serokê Komarê yan Serokê Encumena Gel e, her weha şirovekirina bendên danezana destûrî li ser daxwaza Serokê Komarê yan Serokê Encumena Gel.