Îstenbol – SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa beşdarî çalakîyên roja duyem a lûtkeya têkilîya stratejîk li Îstenbolê bû, ku di bin dirûşma: “Alozîya di Sîstema Navdewletî de: Krîz, Vegêran, û Lêgerîna li Sîstemekê” de tê lidarxistin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan çalakîyên roja duyem vekir, ku tê de rûniştina destpêkê li ser girîngtirîn dijwarîyên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin.
Serokatîya Daîreya Têkilîyan a Tirkîyê vê lûtkeyê bi rêk dixe, bi beşdarîya zêdetirî 150 kesayetên pilebilind ji 37 welatan û 5 rêxistinên navdewletî, ji bo gotûbêjkirina dijwarîyên ragihandinê û sîyaseta navdewletî.

