Brûksel-SANA
Yekîtîya Ewropayê careke din tekezî li ser danpênedana xwe bi “serwerîya Îsraîlê” li ser Colana Sûrîyê ya dagirkirî kir, ev helwesta wê li ser bingeha yasaya navneteweyî û biryarên Encûmena Ewlehîyê yên jimar 242 û 497 e.
Yek ji berdevkên Yekîtîya Ewropayê bang li Îsraîlê kir ku rêzê li devera tampon a bêçek li Colanê bigire, û pabendîyê bi biryarên peymana veqetandina hêzan a sala 1974an bike, her weha rêzê li serbixwebûn, serwerîya Sûrîyê û yektîya xaka wê bigre û dûrî rêkarên ku biryarên Encûmena Ewlehîyê asteng dikin, bibe.
Yekîtîyê bang li hemû alîyan kir ku bilinditîn asta bînfirehî û xwegirtinê bikar bînin, ji tundûtijîyê dûr bikevin û pabendîyê bi yasaya navneteweyî ya mirovî bikin, her wiha piştgirîya xwe ji bo hemû bizavên dîplomatîk ên ku rê li pêşîya zêdebûna alozîyê digrin, di nav de dîyaloga di navbera Îsraîl û Sûrîyê de, anî ziman.
Axiverê Ewropî piştgirîya Yekîtîyê ji bo Hêza Neteweyên Yekbûyî ya Çavdêrîya Veqetandina Hêzan (UNDOF) nû kir, û li ser girîngîya biryara 497 a sala 1981ê axivî, biryara ku sepandina qanûnên Îsraîlê û serwerîya wê li ser Colana dagirkirî betal, pûç û nerewa dibîne.