Şam-SANA
Ji ber zêdebûna hejmara xwendekarên Sûrî yên ku ji derve vedigerin, ku heta niha hejmara wan milyonek derbas kiriye, Wezareta Perwerde û Hînkirinê li ser amadekirina binesazî û şert û mercên xwendinê dixebite da ku pêşwazîya wan bike.
Wezaretê dest bi wergirtina 4 rêkarên sereke di gelek waran de kiriye, da ku xwendekarên vegerîyayî wergire û alîkarîya wan bike ku di proseya perwerdeyê de cih bigirin, bi awayekî ku cudahîya sîstemên perwerdeyê yên ku li derve dîtine li ber çavan were girtin.
Rêkara Yekem: Mekanîzma tomarkirinê û dîyarkirina pole
Wezaretê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku tomarkirina xwendekarên ji derve vegerîyayî li gorî belgeyên xwendinê yên ku pê re ne tê kirin.
Di egera nebûna belgeyan de, xwendekar bi awayekî mercdar tê tomarkirin heta ku kaxezên xwe temam bike yan jî dikeve ezmûneke dîyarkirina astê da ku asta wî ya zanistî û pola guncaw were destnîşankirin, bi liberçavgirtina cudahîyên di navbera rêbaz û sîstemên perwerdeyê de.
Rêkara Duyem: Nûjenkirina dibistanan ji bo zêdekirina wergirtinê
Di çarçoveya zêdekirina şîyana dibistanên hikûmetê de ji bo wergirtina xwendekaran, wezaret nûjenkirina binesazîya dibistanan didomîne.
Îsal 1370 dibistan hatine nûjenkirin, her wiha di sala 2025an de 2017 dibistanên din hatine çakkirin û vekirin. Ev yek di çarçoveya bernameyeke berdewam a jinûveavakirina dibistanan de pêk tê.
Rêkara Sêyem: Bernameyên qerebûkirina winakirina fêrbûnê
Derbarê çareserkirina kêmasîyên perwerdeyê de, wezaretê bernameyên taybet ji bo wan xwendekarên ku hewcedarîya wan bi qerebûkirina waneyên ku li wan çûne heye, amade kirine.
Ev yek bi rêya bernameyên perwerdeyê yên bilez pêk tê da ku zanîna xwe temam bikin û derbasî astên bilindtir bibin.
Ev bername li gorî mercên xwendekaran û îmkanên dibistanan, çi bi rêya kursên dijwar di bêhnvedana havînê de yan jî piştî dema fermî ya dibistanê, têne meşandin.
Bernameya “Erebî Jîyan e”
Di çarçoveya temamkirina windakirina fêrbûnê de, wezaretê tekez kir ku wê rêbazeke taybet bi navê “El-Erebîye Heyat” (Zimanê Erebî Jîyan e) amade kiriye.
Ev rêbaz wekî palpişteke perwerdeyê ya zêde ye ji bo xwendekarên ku hewcedarîya wan bi piştevanîya zimanî heye, da ku bi rêya şopandineke gav bi gav şîyanên xwendin, nivîsandin û têgihiştina bi zimanê Erebî xurt bikin û hêsantir di sîstema perwerdeyê de entegre bibin.
Rêkara Çarem: Hevkarîya bi rêxistin û sazîyên perwerdeyê yên navdewletî re
Ji bo piştgirîya hewldanên xwe di bilindkirina asta perwerdeyê de, Wezareta Perwerdeyê mifa ji beşdarbûna xwe di “Konferansa Giştî ya UNESCO” li Semerqendê, “Lûtkeya WISE”ê li Dohayê û “Foruma Perwerdeyê ya Cîhanî” li Londonê wergirtiye, da ku hevkarîya xwe bi rêxistin û sazîyên perwerdeyê yên navdewletî re berfirehtir bike.



