Beyrût-SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys ragihand ku peymanek ligel Libnanê ji bo veguhastina mehkûmên Sûrî bo welatê wan hatiye îmzekirin, wek cîbicîkirina rênimayên Serokatîya Sûrîyê û wek encama xebatên komîteyên dadwerî yên hevbeş. Wezîr tekez kir ku ev gav qonaxa yekem e ji bo çareserkirina dozên aloz, ligel berdewamîya kar ji bo gihîştina bi peymaneke giştgir di paşerojê de ku girtîyên din jî li xwe bigire.
Sûrî û Libnanê îro înê li Beyrûta paytexta Libnanê, peymanek îmze kirin ku li gorî wê mehkûmên Sûrî ji Libnanê bo Sûrî tên veguhastin.