Şam – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî li Şamê pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jake McGee kir.
Di hevdîtinê de, rêyên bihêzkirina têkilîyên hevkarîya dualî di navbera her du welatên dost de hatin nirxandin; her wiha pêşhateyên herî dawî yên herêmî û navneteweyî yên cihê girîngîya hevpar û berfirehkirina asoyên hevkarîyê di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.

