Eman-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî îro Duşemê li gel Nûnera Bilind a Yekîtîya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Sîyaseta Ewlehîyê Kaja Kallas civîya. Ev hevdîtin li kêleka karên Civîna Şêwirdarîya Erebî û civîna Encumena Komkara Dewletên Erebî li ser asta wezîran li Emana paytexta Urdunê hat lidarxistin.
