Waşington-SANA
Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku lihevkirina navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) yekîtî, serwerî û aramîya Sûrîyê xurt dike û di berjewendîya hemû Sûrîyan de ye.
Nivîsgeha Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de li ser platforma (X)ê îro înê got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabend e bi piştgirîkirina cîbicîkirina vê lihevkirina dîrokî ya di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk de.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyanîya xwe wiha qedand: “Em dê xebata xwe ji nêzîk ve bi hemû alîyan re berdewam bikin ji bo hêsankirina pêvajoyeke yekbûnê ya nerm û di dema xwe de û bi hevahengîyeke ji nêzîk ve bi hevkarên xwe yên herêmî re. Em bi temamî amade ne pêşketina vê qonaxê bi awayekî aştîyane û bibandor misoger bikin, ji bo pêkanîna lihevhatineke mayînde û geşedanê li seranserî Rojhilata Navîn. Em li benda paşerojeke geştir ji bo Sûrîye û tevahîya herêmê ne.”