Berlîn-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî ligel hevtayê xwe yê Alman Johann Wadephul, li Berlîna paytexta Almanyayê geşedanên herêmî û rêyên xurtkirina peywendîyên dualî yên di navbera Sûrîye û Almanyayê de gotûbêj kirin.
Her wiha di hevdîtina ku îro Duşemê pêk hat de, mijarên jinûveavakirin û geşepêdanê li Sûrîyê, û rola civaka navdewletî di piştgirîkirina wan de hatin nirxandin.


