New York-SANA
Zanayên Amerîkî gihiştin vedîtineke ku têkilîya di navbera jîyana li herêmên bilind û kêmbûna rîska nexweşîya şekir de ronî dike. Kêmbûna oksîjenê dihêle ku xaneyên xwînê yên sor rola xwe ya asayî derbas bikin, bi vî rengî glukozê ji xwînê dikişînin û asta wê bi awayekî xwezayî kêm dikin.
Li gorî malpera “Medical Xpress”ê, encamên vê lêkolînê di kovara zanistî ya Amerîkî “Cell Metabolism”ê de hatine weşandin. Lêkolîner Isha Jain û tîma wê li Peymangehên Gladstone karîbûn eşkere bikin ku xaneyên xwînê yên sor xwedî şîyaneke taybet in ku çalakîya xwe ya metabolîk biguherînin da ku di dema kêmbûna oksîjenê de tibabên mezin ên glukozê bikişînin.
Ev vedîtin di çarçoveya lêkolînên li ser bandora kêmbûna oksîjenê ya li ser metabolîzmê de tê. Ew bi awayekî zanistî sedema girêdana jîyana li herêmên bilind bi baştirbûna asta şekirê xwînê ve rave dike. Her wiha, ev yek asoyên nû ji bo dermankirina nexweşîya şekir û sepanên bijîşkî û werzişî vedike ku rola klasîk a xaneyên xwînê yên sor derbas dike.