New York-SANA
Kompanya Amazonê ya Amerîkî ku wekî dêwa teknolojîyê tê nasîn, planên xwe yên veberhênana 12 milyar dolaran ji bo avakirina komelgehên navendên daneyan ên nû li wîlayeta Louisiana ya Amerîkî ragihand, her wiha peydakirina binesazîya pêwîst ji bo piştgirîya zîrekîya çêkirî û hesabkirina ewran (Cloud Computing).
Malpera “CNBC” dîyar kir ku ev komelgeh dê li her du navçeyên Caddo û Bossier, li bakurrojavayê wîlayeta Louisianayê werin avakirin.
Amazonê di destpêka vê mehê de ragihandibû ku ew pêşbînî dike ku îsal 200 milyar dolar di lêçûnên sermayeyê de veberhênan bike. Ev tibab ji ya ku her kompanyeke din a mezin a hesabkirina ewran pêşbînî dike zêdetir e, ku wan kompanya bi giştî pêşbînî kiribûn ku heya sala 2026an nêzîkî 700 milyar dolarî xerc bikin.