Şam-SANA
Navenda Ewlehîya Zanyarîyan a Desteya Niştimanî ya Xizmetguzarîyên Teknolojîya Zanyarîyan, derbarê kêmasîyeke pir metirsîdar di OpenVPNê de li ser pergalên Windowsê, hişyarî da. Ev kêmasî nasnameya CVE-2026-84226 hildigire û rê dide êrîşkarekî xwecihî ku di bin şert û mercên dîyarkirî de fermanên bernamesazîyê yên zîyandar bixebitîne.
Navendê, di daxuyanîyeke îro Duşemê de dîyar kir ku ev kêmasî bandorê li ser guhartoyên ji 2.5.0 heta 2.6.22yan, û ji 2.7_alpha1 heta 2.7.6an dike, lewra bang dike ku guharto bo ya 2.7.7an an ya nûtir bê nûkirin, ligel daxistina nûkirinan ji jêderên fermî, dûrketina ji xebitandina pelên nebawerpêkirî û cîbicîkirina prensîba kêmtirîn desthilatan.