Waşington – SANA
Google ragihand ku taybetmendîya “Lênivîskên Têbînîyan” ji bo hemû bikarhênerên sepana zîrekîya destkird “Gemini” berdest kiriye, piştî ku tenê ji bo endamên xizmetên bi pere bû; ev gav bi armanca berfirehkirina qada sûdgirtina ji amrazên wê tê avêtin.
Nûkirina “Lênivîskên Têbînîyan” a Google rê dide bikarhênerên “Gemini” ku dosye û danûstandinan di projeyên yekbûyî de bi rêya panela kêlekî bi rêk bixin, ligel kontrolkirina şêwaza bersivdanê. Ev taybetmendî nexşeyên grafîkî û vîdyoyê jî piştgirî dike, bi şîyana 50 jêderan ji bo guhertoya bêpere û 600 jêderan ji bo endamên “Ultra”.
Ev taybetmendî niha bi rêya wrbê peyda dibe, li ser wê yekê ku di dema bê de qada wê were berfirehkirin da ku sepanên telefonên mobîl û sîstemên xebatê yên din mîna “Mac” li xwe bigire.