Şam-SANA
Navenda Ewlehîya Zanyarîyan li Desteya Niştimanî ya Xizmetguzarîyên Teknolojîya Zanyarîyan, derbarê lînk û malperên xapînok ên ku çaverêkirina derketina encamên ezmûnên giştî bi kar tînin û bi rêya hesabên sexte li ser platformên medyaya civakî belav dibin, hişyarî da.
Navendê, li ser rûpela Desteyê ya Facebookê, îro Sêşemê dîyar kir ku ev rûpel xwe dispêrin xwestina daneyên hesabê Google yan Gmailê, bi hinceta piştrastkirina nasnameyê yan nîşandana encamê, ku ev yek dibe sedema dizîya daneyên ketinê û gihîştina hesab û xizmetên girêdayî wan.
Navendê bang li xwendekar û malbatan kir ku tenê xwe bispêrin kanalên fermî yên pejirandî ji bo ragihandina encaman, û ji lînkên ku di rûpel an komên ne-pêbawer de tên belavkirin dûr bikevin. Ji xwe heke bû û kesek keti malpereke gumanbar, ya baş ku şîfre demildest bê guhertin, piştrastkirina bi du pêngavan bê çalakkirin, amûrên bi hesab ve girêdayî bên kontrolkirin, û daneyên kesane bi tu alîyekî ne-pêbawer re neyên parvekirin.