Waşington-SANA
Lêkolîneke nû ku ji alîyê Peymangeha Massachusettsê ya Teknolojîyê (MIT) ve hatiye weşandin, hişyarî da ku bikaranîna zêde ya amûrên zîrekîya destkird a hilberîner dibe ku bandoreke neyînî li ser hinek behreyên ramana rexneyî bike, nemaze şîyana naskirina cudahîya navbera agahîyên şaş û naveroka rast, tevî ku ev amûr di performansa demkî de baştirbûneke bilez pêşkêş dikin.
Li gorî tiştê ku malpera fermî ya peymangehê vê dawîyê belav kiriye, lêkolînê 67 beşdar di nava çar hefteyan de şopandine. Beşek ji wan alîkarekî zîrek ku xwe dispêre modela GPT-4o û bi motora lêgerînê ve girêdayî ye bi kar anîn, lê hinekên din bêyî ti piştgirîyeke teknolojîk ketin ezmûnan, bi mebesta pîvandina bandora piştrastbûna li ser zîrekîya destkird di darizandin û raveya serbixwe de.
Encaman nîşan da ku beşdarên ku alîkarê zîrek bi kar anîne, bi rêjeya 21% di dîyarkirina nûçe û wêneyên rast de baştir bûne, lê şîyana wan a vedîtina agahîyên şaş paşê bi rêjeya 15.3% kêm bûye dema ku careke din bêyî bikaranîna wê amûrê hatine ceribandin.
Lêkolînê destnîşan jî kir ku ev paşketin bi tiştê ku lêkolîner jê re dibêjin “pêvebestina hişmendî” ve girêdayî ye; ku tê de bikarhêner hewl dide bersivên amade wergire li şûna ku raveya hişî bike. Ev yek dibe ku di demeke dirêj de bibe sedema qelskirina behreyên ramana rexneyî, tevî ku bikarhêner bi xwe hest dike ku performansa wî baştir bûye.