Waşington-SANA
Kompanya “Apple” li ser pêşxistina taybetmendîyeke ewlehîyê ya nû ji bo telefonên “iPhone”ê kar dike, ku armanca wê parastina ji “dizîya destsivik” e. Ev yek bi rêya sîstemaneke zîrek a ku xwe dispêre hestewerên livînê û dîtina hewldana vedizîna telefonê ji bo kilîtkirina mobîl bi awayekî otomatîk û yekser, pêk tê.
Li gorî malpera “PhoneArena”, ev taybetmendî xwe dispêre pîvoka lezgînîyê (accelerometer) ji bo şopandina şêwazên neasayî û livînên tund û ji nişkê vê. Her wiha dibe ku bi saeta “Apple Watch”ê re bibe yek ji bo şopandina dûrketina ji nişkê ve ya telefonê ji bikarhêner.
Ev gav taybetmendîyên parastinê yên niha yên kompanya “Apple”ê mîna “Find My”, “Activation Lock” û “Stolen Device Protection” temam dike, û heye ku ev taybetmendî di paşerojê de di sîstema “iOS”ê de were pêşkêşkirin, piştî derketina nîşaneyên bernamegerîyê ku karê li ser wê piştrast dikin.