London-SANA
Kovara Brîtanî “The Economist” tekez kir ku Sûrîye bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri’ di kampîneke dîyarker de ber bi pêş ve diçe ji bo rawestandina hatina keptagonê di rêya sînoran re. Her wiha bi armanca hilweşandina împeratorîya madeyên hişbir ku rejîma berê wekî mîrateyeke reş û giran li kêleka tawanên xwe yên dijî gelê Sûrîyê hiştiye.
Di raporeke xwe ya nû de, kovara navdar bal kişand ser rêze operasyonên desteserkirinê yên ku desthilatên Sûrîyê li dijî torên keptagonê pêk tînin. Kovarê piştrast kir ku kampîn niha ne tenê bi şopandina qaçaxçîyan sînordar e, lê belê hilweşandina hêlên hilberînê û birîna rêyên qaçaxçîtîyê yên ku di serdema rejîma berê de geş bûbûn jî li xwe digire.
Kampîneke tund dijî keptagonê
Kovarê dîyar kir ku Sûrîyê di sala yekem a piştî rizgarkirinê û hilweşandina rejîma berê de, dest danîye ser zêdetirî 500 mîlyon hebên keptagonê, 16 laboratûwarên pîşesazî yên hilberînê rûxandine û bazirganîya madeyên hişbir ji navendên sereke ber bi xalên biçûk û belawela ve biriye.
Kampîna tund a li dijî keptagonê û zincîreyên hilberînê û qaçaxçîtîya wê berdewam kir. Desthilatên Sûrîyê embarên kevn ên hebên hişbir û yên ji kargehên nû, nemaze li parêzgeha Siweydayê, girtin.
Wezareta Hundir di Gulana 2026an de pûçkirina hewldana qaçaxçîtîya 25 mîlyon hebên keptagonê bo Urdunê ragihand, piştî dîtina bikaranîna balonên hewayî ku bi pergalên şopandin û kontrolkirina ji dûr ve hatibûn barkirin.
Piranîya madeyên hişbir ji Libnanê tên
The Economistê bal kişand ser peywendîya komika Hizbulahê bi bazirganî û qaçaxçîtîya keptagonê re. Di heman demê de, lêkolînvanê Peymangeha Rojhilata Navîn li Waşingtonê Charles Lister dîyar kir ku çarêka (1/4) rêjeya keptagonê ku desthilatên Sûrîyê di şeş mehên borî de girtine, ji Libnanê hatibû.
Dirêjahîya sînorê navbera Sûrîye û Libnanê (nêzîkî 375 km) û sînorê Sûrîye-Iraqê (nêzîkî 600 km) piştî rizgarkirinê bûne arîşeyeke ewlehî ya dijwar, bi taybetî bi geşbûna torên neyasayî di serdema rejîma berê de ku herêmên sînorî ji bo qaçaxçîtîyê bi kar dianîn da ku aramîya dewletên cîran têk bibin.
Ji rizgarkirinê û vir ve, dewleta Sûrîyê dest bi rêkxistina pergala ewlehîya sînorî kir bi rêya yekîneyên leşkerî yên pispor ku çavdêrîya sînor dikin, operasyonên vedîtinê pêk tînin û hejmareke mezin a rêyên neyasayî digirin, ligel xurtkirina hevahengîya ewlehîyê ji bo kêmkirina çalakîyên qaçaxçîtîyê.