Şam-SANA
Rêveberîya Giştî ya Gumrikan a ser bi Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan a Sûrîyê, ragihand ku wê di nîva yekem a vê salê de zêdetirî mîlyonek hebên keptagonê û bi dehan kîlogram madeyên hişbir “kokaîn û heşîş” desteser kirine û dest danîye ser diravên sexte. Her wiha qaçaxçîtîya bi sedan perçeyên şûnwarî û hinek metalên giranbuha pûç kiriye.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan di amareke ku îro Şemîyê li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, dîyar kir ku rêveberîya gumrikê di heyama navborî de qaçaxçîtîya 1,343,722 hebên keptagonê, 153.3 kîlogram kokaîn û 40.4 kîlogram heşîş pûç kiriye.
Her wiha 83,550 dolarên Amerîkî û 345,000 lîreyên Sûrî yên sexte hatin desteserkirin, ligel destdanîna ser 122 çek û cebilxaneyan.
Li gorî amarê, rêveberîya gumrikê di çarçoveya parastina mîrateya niştimanî de qaçaxçîtîya 266 perçeyên şûnwarî pûç kiriye, her wiha dest danîye ser 4,712 gram zêr û 27.43 kîlogram zîv.
