London – SANA
“Financial Times” tekez kir ku serhişkîya “HSD”ê û redkirina wê ji bo tevlîbûna di nav sazîyên dewletê de, ligel hêsankirina revîna terorîstên DAIŞê, hêrsa Rojavayîyan rakiriye. Her wiha peywendîya wê ligel “Partîya Karkerên Kurdistanê” ku wekî rêxistineke terorîst hatiye binavkirin – bûye sedema kêşe û alozîyeke mezin ligel Tirkîyê, ku berê Waşingtonê çavê xwe li ber digirt.
“Financial Times”ê rexne li şêwazên zordar ên “HSD”ê yên li hemberî pêkhateya Ereb girt, û her wiha rexne li serhişkîya wê ya di redkirina tevlîbûna di nav dewleta Sûrîyê de kir, tevî şîretên Amerîkayê û peymana Adara 2025an. Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê devjêberdana ji wan bi wê yekê hincet nîşan da ku wan li beramberî pereyên pir û neftê tenê ji bo berjewendîyên xwe yên taybet kar dikir.
Rojnameyê ji zarê çavkanî û dîplomatan veguhest ku serhişkîya “HSD”ê û terkandina girtîgehên “DAIŞ”ê bûye sedem ku bawerîya hevpeymanên xwe winda bike. Şêwirmenda “Koma Krîzan” jî dîyar kir ku “HSD”ê di hesaban de li hemberî helwesta Amerîkayê şaştî kiriye, û divê ew demildest vegerin ser maseya danûstandinan da ku ji şer dûr bikevin.
Dewleta Sûrîyê bi peymana 10ê Adara 2025an nermbûnek ji bo tevlîkirina “HSD”ê di warê leşkerî û sivîl de nîşan da, lê belê vê rêxistinê karê îro ji bo sibe hişt û sozên xwe şikandin, tevî ku bangewazî ji bo pabendbûna bi projeya avakirina Sûrîyê berdewam dikin.